Kuluba Fenerbahçeyê ragihand di lîstikvanekî ji tîma fitbolê û xebatkarekî heyeta tenduristiyê da nîşaneyên vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin dîtin.
Di daxuyaniya tîma zer-lacîwerd da wiha hat gotin, "Lîstikvan, qadroya teknîkî û xebatkarên îdarî yên tîma me ya A ya fitbolê îro li Tesîsên Samandira Can Bartu ji testa vîrusa koronayê derbas bûn. Di encama testan da di lîstikvanekî ji tîma fitbolê û xebatkarekî heyeta tenduristiyê da nîşaneyên vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin dîtin. Ji bo pêkanîna testên pêşketî û tedawiya wan, lîstikvan û xebatkarê me yê tenduristiyê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin."
AA