Di Maratona İstanbulê ya 42yem a N Kolayê da ji mêran Sangê Kenyayî qezenc kir

Di Maratona İstanbulê ya 42yem a N Kolayê da ji mêran Sangê Kenyayî qezenc kir

Di Maratona Stenbolê ya 42yem a N Kolayê ku Spor Îstanbula îştiraqa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da ji mêran atletê Kenyayî Benard Cheruiyot Sang qezenc kir.

Ji ber şewba vîrusa koranayê ya nû (Kovîd-19) îsal di dîrokê da atlet cara ewil ji Ewropayê heta Asyayê revîn. Pêşbazî ji Qada Çalakiyê ya Yenîkapiyê dest pê kir.

Atlet ji Kumkapiyê heta Beşîktaşê devê behrê ra ser Çatladikapi, Sîrkecî, Pireya Galatayê, Karakoy, Pazara Sêşemê, Dolmabahçeyê ra hatin, paşê ji Bûlwara Barbarosê ra derbasî Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê bûn û gihîştin Asyayê. Werzişvan piştî ku ji pireyê derbas bûn, ji çaryana Altunîzadeyê vegeriyan û cardin berê xwe dan pireyê û ser Dolmabahçe, Bazara Sêşemê, Karakoy, Pireya Galatayê, Cîbalî, Balat, Fener, Unkapani, Sîrkecî, Kumkapiyê ra gihîşt Yenîkapiyê û pêşbazî kuta bû.

Sangê ku li Türkiyeyê dijî û formeya heyv-stêrk lê bû, bû yekemînê pêşbaziyê. Atletê Kenyayî parkura 42 kîlomêtre û 195 mêtreyî bi 2.11.49ê pileyî va kuta kir.

Di maratonê da Felix Kimutaiyê Kenyayî ku di Maratona Stenbolê ya 2018an da bûbû yekem, bû duyemîn, Zewudu Hailu Bekeleyê Etîyopyayî bû sêyemîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE