Di salvegera 100em a Komarê da fînala Lîga Şampiyonan wê li Stenbolê were lîstin

Di salvegera 100em a Komarê da fînala Lîga Şampiyonan a 2023yan a UEFAyê wê li Stenbolê were lîstin.

Di salvegera 100em a Komarê da fînala Lîga Şampiyonan wê li Stenbolê were lîstin

Di 2023yan ku salvegera 100em a avakirina Komara Tirkiyeyê ye da Stenbol wê mazûvaniya fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê bike.

Piştî ku biryar hat dayîn û fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê ya 2021ê ji Stenbolê hildan Portoya bajarê Portekîzê, di navbera Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê û UEFAyê da mizakere hat kirin û biryar hat dayîn ku di 2023yan da Stenbol wê mazûvaniya fînala Lîga Şampiyonan bike.

Her wiha hat gotin ku mitabaqat hat çêkirin ku Kûpaya Super a UEFAyê jî li Stenbolê were lîstin. Ev pêşbirk îsal di meha tebaxê da ye.

Lijneya Rêvebiriya UEFAyê wê di demeke kin da civînê bike û van biryaran ji raya giştî ra parve bike ku Stenbol wê mazûvaniya herdu organîzasyonên mezin bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE