Di Şampiyona Zendbaziya Cîhanî de bû 3yemîn

Bi zendê xwe yên ku bi dotina çêlekan bihêz kiribû li ser asta cîhanê bû 3yemîn

Di Şampiyona Zendbaziya Cîhanî de bû 3yemîn

Werzişvana Neteweyî Gulçîn Altinaya ku ji zaroktiya xwe ve li Diyarbekirê zendên xwe bi dotina çêlekan hêzdar kiribû û beriya 3 salan ev şiyana wê hatibû keşifkirin, di Şampiyona Zendbaziya Cîhanî de bû 3yemîn.

Altinaya ku li navçeya Dicleyê dijî û ji 12 saliya xwe ve çêlekan didoşe, bi vê sayê zendên xwe bi hêz kirin. Piştî ku ev şiyana wê beriya 3 salan ji aliyê mamostayê wê dersa perwerdeya bedenê ve hat keşifkirin dest bi zendbaziyê kir.

Altinaya ku ji ber serkeftinên xwe yên ku di pêşbirkên curbicur de bi dest xistin di Şampiyonaya Tirkiyeyê de bû 1emîn, di Şampiyona Zendbaziya Cîhanî de ya ku 27-28ê mijdarê li Bukureştiya paytexta Romanyayê hat lidarxistin de, di warê ciwanên ji 21 salî biçûktir de, li baskê keçên ji 60 kîlogramî de bû 3yemîn û madalyona bronzî sitend.

Altinayê got dema di pola 11emîn de bû bi teşwîqa mamosteyê xwe yê perwerdeya bedenê det bi zendbaziyê kiriye û di pêşbirkên di nava polan û mekteban de dereceyên curbicur bi dest xistine.

Altinayê anî ziman ku herî dawî di Şampiyona Zendbaziya Cîhanî de bûye 3yemîn û dotina çêlekan weke sedema serkeftîbûna zendê xwe nîşan da.

Altinayê wiha axivî:

"Ji ber dotina çêlekan zendên min bihêz in, tevî vê min dest bi antremanan kir û masûlkeyên çengên xwe bihêz kirin. Pêşî min hez ji dotina çêlekan nedikir, lê piştî ku min d^İ ji min re weke avantajê ye êdî ezê dîsan her çêlekan bidoşim. Min bi tiştekî kêm di pêşbirkê de şampiyontî ji dest da, lê belê di şampiyonaya dahatû de ezê şampiyontiya cîhanê bînim welatê xwe."

- "Hedefa me em bibin şampiyonê cîhanê"

Antrenorê Altinayê Ridvan Durmaz anî ziman ku ewî zendbazî bi navçeyê daye hezkirin û di salên dawîn de ev werziş populertir bûye.

Durmaz anî ziman ku ji 29 welatên cîhanê werzişvan beşdarî şampiyonaya cîhanê bûne û tê de Altinay bûye 3yemîn û herwiha Helin Tuna jî bûye 4emîn.

Durmaz wiha got, "Em gelekî kêfxweşin ku em bi serkeftineke mezin vegeriyan navçeyê. Emê serkeftinên zêdetir, navçeya xwe, parêzgeh û welatê xwe kêfxweştir bikin. Hedefa me ew e ku em bibin şampiyonê cîhanê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE