Di Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê da serdema Stefan Kuntz

Di Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê da serdema Stefan Kuntz

Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ragihand, ji bo peywira dîrektoriya teknîkî ya Tîma A ya Neteweyî ya Fitbolê wan bi Stefan Kuntzê Alman ra li hev kir.

Di daxuyaniya federasayonê da wiha hat gotin, "Lijneya Rêveberiya TFFyê ji bo peywira dîrektoriya teknîkî ya Tîma A ya Neteweyî bi Brêz Stefan Kuntz ra li hev kir."

Hat diyarkirin, merasima îmzeyê sibê saet 15.00an dê li Tesîsên Kamp û Perwerdeyê yên Tîmên Neteweyî yên Riva Hasan Dogan were lidarxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE