Di Tour of Türkiyeyê da merhaleya duyem

Di Tour of Türkiyeyê da merhaleya duyem dest pê kir

Di Tour of Türkiyeyê da merhaleya duyem

Federasyona Bisiklêtan a Tirkiyeyê di hîmayeya Serokomariyê da Tûra Bisiklêtan a Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 57emîn (Tour of Turkiye) li dar xist û merhaleya duyemîn a tûrê dest pê kir.

Merhaleya duyemîn 158,4 kîlomêtre ye û li Selçuka navçeya Îzmirê ji pêşiya Bajarê Kevnar ê Efesê dest pê kir û wê ji Gumuldur, Seferîhîsar, Guzelbahçe û Urlayê ra derbas bibe û li Alaçatiyê bi dawî bibe.

Ji tîma Lotto Soudala Belçîkayê Caleb Ewan mayoyê turkuaz li xwe kiriye. Ewan di pêşbaziyê da merhaleya yekemîn di rêza yekem da kuta kir û niha yekemîn ew e. Di vê merhaleyê da ji Alpecin-Fenixa tîma Belçîkayê mayoyê kesk, ji Arkea-Samsica tîma Fransayê Nicolas Edet mayoyê sor û ji tîma Pro Teamê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê Vitaliy Buts jî mayoya spî ku nîşaneya xweşikahiyên Tirkiyeyê ye, li xwe kiriye.

Ji 25 tîman 165 ajokarên duçerxeyê beşdarî pêşbirkê bûn.

Tê payîn ku ev merhale dora saet 14.30î kuta bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE