Dibistanên sporê yên havînê

Ji bo xwendekar di betlaneya havînê de hînî sporê bibin perwerde tê dayîn.

Dibistanên sporê yên havînê

Havîn hat, dibistan ketin betlaneyê. Wezareta Spor û Ciwaniyê li giştiyê welêt ji bo xwendekaran organîzasyonên sporê saz dike. Bi taybetî li herêmê xwendekar eleqeyeke mezin nîşanî van organîzasyonan didin.

Li Midyada Mêrdînê ji bo xwendekaran hewzê avjeniyê hat danîn.

Xwendekar di hewz de him hînî melevaniyê dibin, him hênik dibin, him jî bi dilê xwe kêf dikin.

Li Tetwana Bilîsê jî "Dibistanên Sporê yên Havînê" hatin vekirin.

Li dibistanê perwerdeya her cûre sporê tê dayîn.

Xwendekar ji organîzasyonan memnûn in û dixwazin her sal bên lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE