Digel astengiya xwe bû sporvanê neteweyî

Sporvanê basketbolê bi tîma neteweyî re serkeftinên mezin bi dest xistin.

Digel astengiya xwe bû sporvanê neteweyî

Mevlüt Erdenci di 3 saliya xwe de ket tenûrê û seqet ma. Erdenci digel seqetiya xwe dest bi basketbolê kir. Niha di tîma neteweyî ya basketbolê de ye. Her wiha bi tîma xwe re di şampiyonayên ewropayê de jî serkeftinên mezin bi dest xistin.

Di 3 saliya xwe de ket tenûrê û seqet ma Mevlüt Erdinciyê Mûşî.

Erdinci 9 sal beriya vê dest bi spora basketbolê kir. Di vê sporê de bi ser ket û ket nav tîma neteweyî ya basketbolê.

Li Mûşê jî di tîma astengdaran a basketbolê de cih digire. Her wiha li Zanîngeha Alparslanê di Beşa Sporê de dixwîne.

Di tîma basketbolê ya astengdaran a bajêr de gelek sporvanên astengdar hene. Ew jî dibêjin bila hemû kes bi sporê re eleqedar bibin.

Ew dixwaze di spora basketbolê de bi ser keve û him navê bajarê xwe bide nasîn him jî ji ciwanan re bibe mînak.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE