Dîrok, xweza û werzîş

Li Semsûrê cara ewil pêşbirka raftîngê hat lidarxistin.

Dîrok, xweza û werzîş

Li Besniya Semsûrê cara ewil pêşbirka raftîngê hat lidarxistin. Werzîşkar ji bin pira dîrokî ya hezar û 800 salî re derbas bûn. Armanca çalakiyê ew e ku him şikeftên dîrokî him jî xwezaya herêmê bê nasîn.

Pira Kizilînê di serdema Romayê de hatiye çêkirin. 1800 sal in li ser xwe ye û herî dawî hat restorekirin.

Di bin pirê re çemê Goksuyê diherike. Cara ewil li ser vî çemî raftîng hat kirin.

Di nav gelek xebatkarên saziyên navçeyê de pêşbirka raftîngê hat lidarxistin. Ji 16 saziyan personel tevî pêşbirkê bûn.

Amadekarê raftîngê got; ji bo kesên ku xwe perwerde kirine ne werzîşeke talûke ye.

Pêşbirk bi 4 etaban hat kirin û di dawiyê de def û zurneyê govend hat gerandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE