Eray Şamdan di kareteyê da derket nîvefînalê

Eray di misabaqaya xwe ya ewil da Firdovsi Farzaliyevê Azerbeycanî 7-1 têk bir, di misabaqaya duyem da Darkhan Assadilovê Qazakistanî ew 6-2 têk bir.

Eray Şamdan di kareteyê da derket nîvefînalê

 Eray Şamdanê ku cara ewil bi Lîstikên Olîmpiyata Tokyoyê ya 2020î va beşdarî olîmpiyatan bû, di kareteya mêran da derket nîvefînalê û madalyona olîmpiyatê garantî kir.

Di misabaqayên kareteyê ya ku li Nippon Budokanê hat lidarxistin da Eray di kumîte 67 kîloyê da di Grûba Ayê da têkoşîn da.

Eray di misabaqaya xwe ya ewil da Firdovsi Farzaliyevê Azerbeycanî 7-1 têk bir, di misabaqaya duyem da Darkhan Assadilovê Qazakistanî ew 6-2 têk bir.

Eray di misabaqaya xwe ya sêyem da Elî Elsawyê Misrî 4-1 têk bir û di misabaqaya xwe ta dawîn da jî bi Naoto Sagoyê Japonî ra leyîst û ew 2-1 têk bir û derket nîvefînalê.

Werzişvanê neteweyî di nîvefînalê da wê bi Abdel Rahman Almasatfayê Urdunî ra bileyîze û misabaqa wê îro li gor saeta Tirkiyeyê di 14.15an da dest pê bike. Eray heke di vê misabaqayê da têk biçe jî wê madalyona bronz bistîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE