Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya Diyarbekirê merasîma belavkirina amûrên sporê li dar xist. Di vê çarçoveyê de li zarokên dezavantaj malzemeyên sporê yên taybet hatin belavkirin. Zarokan jî têra dilê xwe kêf kir û lîst.
i Peyasa Diyarbekirê midûriyeta Spor û Ciwaniyê ya bajêr li zarokên dezavantaj malzemeyên sporê belav kirin.
Malzemeyên sporê yên cûrbicûr li zarokan hatin belavkirin. Walî û parlamenterên bajêr jî amade bûn û kêfa zarokan anîn.
Giregirên bajêr bi zarokan re baskotbol û futbol lîstin. Tîma folklorê lîstikên herêmî lîstin û hin zarokan jî ligel muzîkê ritm girtin. Hinan ji wan jî helbest xwendin.
Bi çalakiyên bi vî rengî zarok bêtir tevlî civakê dibin û dilê wan xweş dibe.