Fatîh Terîm hat tabûrcîkirin

Dîrektorê Teknîkê yê Galatasarayê Fatîh Terîm ji nexweşxaneya ku seba teşxîsa vîrusa koronayê (Kovîd-19) lê tedawî dibû, hat tabûrcîkirin.

Fatîh Terîm hat tabûrcîkirin

Dîrektorê Teknîkê yê Galatasarayê Fatîh Terîm ji nexweşxaneya ku seba teşxîsa vîrusa koronayê (Kovîd-19) lê tedawî dibû, hat tabûrcîkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Liv Hospital Ulusê hat dayîn, Fatîh Terîm di 23yê adarê da bi teşxîsa Kovîd-19ê li nexweşxaneyê razandin û wiha hat gotin: "Dîrektorê Teknîkê yê Galatasarayê Fatîh Terîm îro piştî tetkîkên xûn û tomografiyê bi biryara komîsyona hekûmên pispor ku Prof. Dr. Ferah Ece serokatiya wê dike, ji nexweşxaneya me hatiye tabûrcîkirin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku tedawiya Fatîh Terîm wê li mala wî dewam bike û wiha hat gotin:

"Her çi qas piştî 7 rojan testa nexweşê me hê pozîtîf be jî, rewşa wî ber bi başbûnê va diçe û tedawiya wî wê li malê dewam bike, lê heke hewce bike wê cardin were nexweşxaneya me. Nexweşê me wê ji bo xwe û hezkiriyên xwe di karantînayê da bimîne û 14 rojên xwe temam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE