Fitbolîstê ku herî zêde qezenc kir Cristiano Ronaldo ye

Fitbolîstê ku herî zêde qezenc kir Cristiano Ronaldo ye

Fitbolîstê navdar ê Cristiano Ronaldoyê Portekîzî di Manchester Uniteda ji ekîbên Lîga Premier a Îngiltereyê da dileyîze. Ronaldo di nav lîsteya fitbolîstên ku îsal herî zêde qezenc kirine da ket rêza ewil.

Kovara Forbesê li gor mehane, dahatên sporê û bonusan lîsteyek amade kir û li gor lîsteyê Ronaldoyê 36 salî ku di heyama transferên havînê da ji Juventusê veqetiya û vegeriya Manchester Uniteda tîma xwe ya berê, bi 125 milyon dolarî va di sala 2021ê da bû fitbolîstê ku herî zêde qezenc dike.

Fitbolîstê Arjantînî Lionel Messiyê ku ji Barselonayê veqetiya û transferî Paris Saint-Germenê (PSG) jî bi qezenca xwe ya 110 milyon dolarî va ket rêza duyem.

Fitbolîstê Brezîlyayî Neymarê ku di tîma Paris Saint-Germainê da dileyîze jî bi qezenca xwe ya 95 milyon dolarî va ket rêza sêyemîn.

Li gor lîsteyê 10 fitbolîstên ewil ên ku îsal herî zêde qezenc kirin, wiha ye:

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE