Fînala 2023an a Lîga Şampiyonan a UEFAyê

Stenbolê ji bo fînala 2023an a Lîga Şampiyonan a UEFAyê wê mazûvaniyê bike

Fînala 2023an a Lîga Şampiyonan a UEFAyê

 Yekîtiya Federasyonên Fitbolê yên Ewropayê (UEFA) di daxuyaniya weşand da ragihand ku fînala 2023an a Lîga Şampiyonan a UEFAyê wê li Stenbolê bê kirin.

Di biryara ku UEFAyê berê dabû da wê fînala sala 2021î ya organîzasyonê li Stenbolê bihata kirin lê ji ber şewba Kovîd-19ê UEFAyê ev heq dewrî Portoyê kiribû.

Hat ragihandin ku fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya sala 2022yî wê li Saint Petersburg a bajarê Rûsyayê, fînala 2024an li Londona bajarê Îngiltereyê û fînala 2025an jî wê li Munîha bajarê Almanyayê bê kirin.

Ji bo fînala Lîga Ewropayê ya sala 2022yan Sevîllaya bajarê Spanyayê, ya sala 2023an Budapeşteya bajarê Macaristanê, ya sala 2024an Dublîna bajarê Îrlandayê û ya 2025an jî Bîlbaoya bajarê Spanyayê wê mazûvaniyê bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE