Fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê wê li Portekîzê were lîstin

Fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê wê li Portekîzê were lîstin

UEFAyê daxuyand, fînala Lîga Şampiyonan ku dihat plankirin di 29ê gulanê da li Stada Olîmpiyatê ya Ataturkê were lîstin, hildan Stada Dragao ya li Portekîzê.

Li gor daxuyaniya ku ji UEFAyê hat dayîn, ji ber ku Îngiltereyê seba şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wek tevdîr seyahata Tirkiyeyê daye sekinandin, alîgir wê nikaribin pêşbirka fînalê ya ku wê di navbera Manchester City û Chelseayê da were lîstin temaşe bikin û ji ber vê jî biryar hat dayîn ku pêşbirk li Stada Dragaoyê ya li Portoya bajarê Portekîzê were lîstin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE