Minîbusa taybet a ku futbolîstên Alanyasporê tê da bûn piştî pêşbirka bi Qeyserîsporê ra ji bajêr dizivirî welgeriya, 7 futbolîst birîndar bûn.
Futbolîstên Alanyasporê Caulker, Dlajma, Baiano, Cisse, Welinton, Sackey û Sural piştî pêşbirka bi Qeyserîsporê ra minîbuseke taybet kirê kirin ku vegerin Alanyayê.
Minîbus li ser rêya Antalya-Alanyayê li nêzîkî taxa Dînekê ji rê derket û welgeriya.
Di qezayê da 7 futbolîst birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyeke taybet.
Josef Suralê ku rewşa wî giran bû û hildan emeliyatê, lê li hemberî hemû hewldanan ew ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin tedawiya birîndarên din dewam dike.
Şofêrê minîbus hat binçavkirin û der barê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.
Rayedarên Alanyasporê û serok Hasan Çavuşoglu çawa ku qeza bihîstin hatin nexweşxaneyê.
Alanyasporê li ser medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got: "Piştî vegera deplasmana Qeyserîsporê minîbusa taybet a ku 7 futbolîstên me tê da bûn qeza kir. Di qezayê da futbolîstê me Josef Suralê ku birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Taybet a Anadoluyê ya Alanyayê. Lê li hemberî hemû hewldanan ew mir. Serê me sax be."
AA