Galatasarayê bi serkeftinê va dest bi Lîga Şampiyonan kir

Galatasarayê Lokomotîv Moskovayê ya Rûsyayê 3-0 têk bir.

Galatasarayê bi serkeftinê va dest bi Lîga Şampiyonan kir

Galatasarayê di Lîga Şampiyonên UEFAyê, Koma Dyê û pêşbirka hefteya ewil da tîma Lokomotîv Moskovayê ya Rûsyayê 3-0 têk bir.

Pêşbirk li Stada Turk Telekomê hat lîstin û golên Galatasarayê Garry Rodrigues, Eren Derdiyok û bi penaltiyê va Selçuk Înan avêtin.

Galatasarayê bi serkeftinê va dest bi Lîga Şampiyonan kir û fitbolîst piştî pêşbirkê çûne trîbunê û bi alîgiran ra şabûna xwe parve kirin.

Galatasaray wê pêşbirka xwe ya duyemîn di 3yê cotmehê da li deplasmanê bi Portoya ekîba Portekîzê ra bileyîze. Lokomotîv Moskova jî wê tîma Schalke 04ê ya Almanyayê bike mêvan.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 10:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE