Galatasaray di deplasmanê de bi ser ket

Galatasaray di hefteya 8emîn a Spor Toto Super Lîgê da li deplasmanê Antalyaspor 1-0 têk bir û lîdertiya xwe domand

Galatasaray di deplasmanê de bi ser ket

Galatasaray di hefteya 8emîn a Spor Toto Super Lîgê de li deplasmanê Antalyaspor 1-0 têk bir û lîdertiya xwe domand.

Pêşbirk li Stada Antalyayê hat lîstin û nîvê ewil bê gol derbas bû. Di nîvê duyemîn da jî Galatasarayê di deqîqeya 87emîn de bi gola Ryan Donk va 1-0 qezenc kir.

Galatasaray bi vê skorê va cara 6emîn e ku bi ser dikeve û pûanê xwe derxist 18an.

Antalyaspor jî di lîgê de ev cara 3yemîn e ku têk çû û pûanê wê di 13an da ma.

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2018, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE