Galatasaray li deplasmana Portoyê ye

Pêşbirka porto û galatasarayê îşev di saet 22.00’an de ye

Galatasaray li deplasmana Portoyê ye

Galatasaray di lîga şampiyonan de di koma D’yê de li deplesmanê nûnerê portekîzê bi portoyê re wê bê hemberî hev.

Galataraya ku di pêşbirka ewil de Lokomotiv Moskova têk biribû, dixwaze portoyê jî têk bibe û puanê xwe derxe 6an.

Di galatasayê de di vê pêşbirka girîng de gelek futbolîs dê nelîzin

Emra akbabayê ku di pêşbirka Büyükşehir Belediye Erzurumsporê de seqet bibû û Ndiayeyê bi cezaye, di vê pêşbirka dijwar de wê nikaribin bilîzin.

Di tîma zwer û sor de dibe ku Eren Derdiyok jî, ji ber seqetiyê nelîze

Her weha tê payin ku Belhanda û Feghouli di pêşbikra portoyê de di nav 11 futbolîstên ewil de cîh bigrin

Li aliyê din di tîma Portoyê de Aboubakarê ku seqet e, nikare di pêşbirka galatasarayê de bilîze.

Lîstikvanê kamerunî tê payîn ku dê 6 mehan ji qadan dûr be.

Maxi Pereriayê k udi pêşbirka dawî de seqet bûbû, rewşa wî wê dema pêşbirkê de diyar bibe.

Pêşbirka ku dê li qada Dragaoyê bê lîstin wê saet 10ê şeve de dest pê bike.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2018, 15:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE