Galatasarayê rehet qezenc kir

Di hefteya 29emîn a Spor Toto Super Lîgê da Galatasarayê Îstîkbal Mobîlya Kayserîspor 3-1 têk bir

Galatasarayê rehet qezenc kir

Di hefteya 29emîn a Spor Toto Super Lîgê da Galatasarayê Îstîkbal Mobîlya Kayserîspor 3-1 têk bir.

Pêşbirk li Stada Turk Telekomê hat lîstin û ji Îstîkbal Mobîlya Kayserîsporê Artem Kravets di deqîqeya 15em da gola ewil avêt û skor kir 1-0. Galatasarayê di deqîqeya 16em da bi gola Mbaye Diagne skor kir wek hev û hema fitbolîstê Galatasarayê di deqîqeya 42yem da penalti kir gol û Galatasarayê 2-1 da pêş. Tîma xwediyê malê di deqîqeya 45+4em da bi gola Yuto Nagatomo va encama pêşbirkê kir 3+1 û qezenc kir.

Galatasarayê di Lîga Super da puanê xwe derxist 59an û ferqa navbera xwe û Medipol Başakşehira yekemîn daxist 2 puanî. Lê pêşbirkeke Başakşehirê kêm e.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE