Gogbazê bi nav û deng ê Arjantînî Dîego Armando Maradona hat definkirin.
Li ser daxwaza malbata wî Maradona li Goristana Bella Vîsta ya li parêzgeha Buenos Aîresê bi beşdarbûna nas û dostên wî yên nêz hat definkirin.
Cinazeyê Maradona bi girseyeke mezin ya ji hezkirên wî pêk dihat birin Goristana Bella Vîstaya ku bi qasî 30 kîlometre ji Buenos Aîresê dûr e û ew li cem dê û bavê wî veşartin.