Gokbaza Hekariyê bi eşqa xwe ya fitbolê balê dikşîne û dibe mînak

Yaşara ji zarokatiya xwe va di qada fitbolê da jêhatî bû û xwe di pêşbirkên nav dibistan û taxan dihatin kirin da jî xweş nîşan dida û ew keçika xwedî merîfet bala tîmên fitbolê yên jinan kişand.

Gokbaza Hekariyê bi eşqa xwe ya fitbolê balê dikşîne û dibe mînak

Hatîce Yaşara qaptana tîma Hekarigucuya di Koma Byê ya Lîga Super a Fitbolê ya Jinan a Turkcellê da ye ji aliyekî va hewl dide serfiraziyên tîma xwe zêde bike û ji aliyekî va jî hewl dide ku bila ji herêmê gokbazên jin ên nû derbikevin

Yaşara ji zarokatiya xwe va di qada fitbolê da jêhatî bû û xwe di pêşbirkên nav dibistan û taxan dihatin kirin da jî xweş nîşan dida û ew keçika xwedî merîfet bala tîmên fitbolê yên jinan kişand.

Bi mêzekirinê di qada fitbolê da wê hin teknîk hîn kir û dema 12 salî bû jî di bin banê Tîma Fitbolê ya Jinan a Hekarîgucuyê da bi cî bû.

Di demeke kurt da ji ber hewl û jêhatîbûna xwe heta tîma Ayê derket û pazîbenda qaptaniyê ya tîmê li ser milê xwe xist. Tîma wê di 13 pêşbirkan da 9 cara bi ser ket û 4 caran jî bi beramberî ma û di vê serfiraziya tîma xwe ya vê heyamê hê jî têk neçûye xwedî kedeke mezin e.

Ji ber teknîk û lîstika li qadê wê dişibînin Lîonel Mesiyê gogbazê Arjantînî yê bi nav û deng e û ew jî tevlî serfiraziya xwe dixwaze li herêmê jinên gokbaz zêdetir derkevin û ji bo vê dixebite.

"Ez heta gihîştim vê astê min gelek ked da"

Yaşara ku ji Beşa Perperdehiya Bedenê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê mezûn bûye daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew 16 sale bi fitbolê ra eleqedar e wê heta niha gelek hewl da.

Niha Yaşar ji bo ku li bajêr û herêmê bala zarokên qîzîn li ser fitbolê zêde bibe dixebite û dixwaze gogbazên jin ên baş û jêhatî ji herêmê derbikevin.

Yaşarê diyar kir ku ew li Hekariyê serkeftî bûn û wiha dewam kir, "Seruvena me ya li vê derê têr û tijî derbas dibe. 5 sal e ez kaptantiya tîmê dikim. Ji bo ku em derkevin van rojan, em pir xebitîn. Em havîn zivistan xebitîn. Mebesta me ew e ku em di lîga Ewropayê da bileyîzin û bi awayê herî baş Hekariyê temsîl bikin."

Yaşarê diyar kir, wan tîmeke baş çêkir û tîmên din ji wan ditirsin û wiha dewam kir:

"Min di sehaya cil da dest bi fitbolê kir. Mamosteyên min lîstina min şiband Messî. Piştî wê her kesî ji min ra got 'Messî'. Ez pê serbilind dibim. Wexta ku wisa gazî min dikin, ez kêfxweş dibim. Înşeallah em ê temsîla bajarê xwe bi awayê herî baş bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE