14emîn etaba Şampiyoniya Dinyayê ya Formula 1ê Prix Grand a Türkiyeyê ya DHLê dest pê kir.
Di turên antrenmanan ya 2yan a di malxweyîtiya Intercity Stenbolparkê da li pîsta 5,3 kîlomêtreyê hat kirin da Max Verstappenê ajokarê Red Bullê dîsa dereceya herî baş bi dest xist.
Bi saya germbûna hewayê û zihabûna pîstê va di turên antermanan ya 2yan da dereceyên pîlotan bi dest xistin bal kişand.
Di turên antrenmanan ên ewil da Verstappenê ji Holandayê bi deqîqeyek û 35.077 saniyeyî va tur temam kiribû û turên antrenmanê ya 2yan da 7 saniye ji ya ewil zûtir bi deqîqeyek û 28.330 saniyeyî va tur xilas kir.
Monakolu Charles Leclercê ajokarê Ferrariyê 0.401 saniye li pey Verstappen tur xilas kir û kete rêza 2yan.
Valtteri Bottas ajokarê Mercedesê jî di tura 2yan da performansa xwe zêde kir û 0.575 saniye li pey lîder tur xilas kir û kete rêza 3yan.
AA