Gulaşvanê neteweyî Taha Akgul cara 8an bû Şampiyonê Ewropayêa

Werzişvanê neteweyî di fînalê de derket pêşberî Sergei Kozyrevê Rûsî, di beşa dawîn a têkoşanê de 9-2 zora rikaberê xwe bir û ara 8an Şampiyontiya Ewropayê bi dest xist

Gulaşvanê neteweyî Taha Akgul cara 8an bû Şampiyonê Ewropayêa

 Şampiyonê Cîhanê û yê Olimpiyatê guleşvanê neteweyî Taha Akgul, zora werzişvanê Rûsî Sergei Kozyrev bir û cara 8an Şampiyontiya Ewropayê bi dest xist.

Di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ku li Varşovaya paytexta Polonyayê berdewam e, Taha Akgulê ku di sitîla serbest 125 kîloyan de têkoşanê dide, di tura yekemîn de (6-1) zora Geno Petriashviliê Gurcî yê ku 3 caran bûbû şampiyonê cîhanê bir, di fînala çarîk de (6-1) zora Kamil Tomasz Kosciolekê Polonyayî bir, di nîve fînalê de jî (4-0) zora Dzianis Khramiankouyê Belarûsî bir û hilkişiya fînalê.

Werzişvanê neteweyî di fînalê de derket pêşberî Sergei Kozyrevê Rûsî, di beşa dawîn a têkoşanê de 9-2 zora rikaberê xwe bir û ara 8an Şampiyontiya Ewropayê bi dest xist.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE