Haziriya şampiyonıya kaşûnê

Ji bo pêşbaziya kaşûnê li ser çiyayê Nemrudê antrenmanê dikin

Haziriya şampiyonıya kaşûnê

Sporvanên koma kaşûnê ya Bîtlîsê, ji bo pêşbaziyên kaşûnê yên 2019an li ser Çiyayê Nemrûdê amadehiyê dikin. Sporvan, nava hefteyê her roj diçin çiyê, hedefa wan şampiyonî û madalya ye.

Li seranserê welêt berf hat û heyama kaşûnê jî dest pê kir.

Kaşbazên Bîtlîsî jî ji bo ku amadihiyên pêşbaziyan bidomînin, berê xwe dan çiyayê Nemrûdê yê 2 hezar û 500 metreyî.

Hêj li navêndên kaşûnê berf tûne. Lê sporvanan berfa Nemrûdê ji xwe re kirin derfet.

Sporvanên kaşûnê nava hefteyê 5 rojan antrenmanan dikin. Çavê wan lê ye ku bibin şampiyon û madalyayan bistînin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE