Hedefa fitbolîstê Tirk ê Sûriyeyî Tîma Neteweyî ya Ayê ye

Turk bi Antalyasporê ra peymana profesyonel îmze kir û xeyala xwe ya pêşîn pêk anî.

Hedefa fitbolîstê Tirk ê Sûriyeyî Tîma Neteweyî ya Ayê ye

Adem Metîn Turkê 16 salî ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê xwe spart Turkiyeyê û piştî ku bû welatiyê Turkiyeyê bû, di tîma neteweyî da dest bi fitbolê kir. Turk bi Antalyasporê ra peymana profesyonel îmze kir û xeyala xwe ya pêşîn pêk anî.

Adem Metîn Turk di 15ê rêbendana 2004an da li Hamaya bajarê Sûriyeyê hat dinyayê. Ji ber şerê navxweyî yê vî welatî di 2013an da koçî Turkiyeyê kir û paşê Serokê Kulûba Sporê ya Îstanbul Soma Aslangucuyê Alay Kesler nas kir.

Ji bo ku Adem Metîn Turk bibe welatiyê Turkiyeyê serlêdan hat kirin, li ser biryara Lijneya Wezîran û îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 2015an da derbasî welatitiya Turkiyeyê bû û nasnameya xwe stand.

Fitbolîstê ciwan bi Kulûba Sporê ya Îstanbul Soma Aslangucuyê ra di pêşbirkên amator da leyîst û di kategoriya tîmên Neteweyî yên emrê wan 14,15 û 16an piçûktir e da performanseke baş nîşan da û bala gelek kulûban kişand. Adem Metîn Turk Antalyaspor neqand û pê ra ji bo 2 sal û nîvan peyman îmze kir.

Adem Metîn Turk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew pir kêfxweş e ku bi Antalyasporê ra peyman îmze kir û wiha dewam kir: "Ji bo ku ez îmze bavêjim peymana profesyonel, em pir xebitîn. Keda Alay xoce pir li ser min heye. Tirkiye li min xwedî derket. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li min xwedî derket. Şansê min heye. Di serî da zehmet bû, lê hemd ji Xwedê ra em bi ser ketin. Hê gelek rê li ber me heye ku em pê da biçin." 

Fitbolîstê 16 salî diyar kir, ew di kûluba xwe ya nû bi tîma Ayê ra derket îdmanê û wiha dewam kir: "Tiştekî pir baş e. Lukas Podolskî û Sînan Gumuş... Gelek fitbolîst hene. Min bi wan ra xeberda. Hîseke cuda ye. Meriv bi xwe bawer dibe. Meriv kêfxweş dibe. Tamer Tuna xoce jî ez baş pêşwazî kirim."

 "Hedefa min ew e ku di Tîma Neteweyî ya Ayê da bilîzim" 

Adem Metin diyar kir ku ew dixwaze di Antalyasporê da serkeftî bibe û di Tîma Neteweyî ya Ayê da formayê li xwe bike.

Lîstikvanê ciwan da bibîrxistin ku ew di tîma neteweyî da di kategoriyên emrê piçûk da formayê li xwe dike û wiha dewam kir, "Ez dixwazim di Antalyasporê da gelekî serkeftî bim. Ez naxwazim kesî rûreş derxim. Herwiha hedefa min ew e ku di Tîma Neteweyî ya Ayê da bileyîzim. Ev xeyalê herkesî ye. Lewma ji çi ji destê min were ez ê bikim. Ez ê gelekî hewil bidim û bixebitim."

 "Ez zehf dixwazim biçim cem Serokomar"

Adem Metin Turk diyar kir ku ew dixwaze ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan were cem hev da ku sipasiya wî bike.

Fitbolîstê neteweyî diyar kir ku berî niha wî û jina Serokomar Erdogan, Emîne Erdoganê nasiya xwe da hevdu û wiha dewam kir, "Ez gelekî dixwazim ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan werim cem hev. Ez dixwazim nasiya xwe bidimê û sipasiya wî bikim. Heger Serokomar nebûya, min ê fitbol neleyîsta. Tirkiye dewleteke bihêz e. Înşelah bi alîkariya Turkiyeyê va şerê navxweyî yê Sûriyeyê jî dê bidawî bibe. Ez wisa bawer im."

 Alay Kesler: "Mîmarê vî karî Fikret Ozturk" 

Alay Kesler ku roleke mezin leyîst ku Adem Metin bibe hemwelatiyê Turkiyeyê û bibe fitbolîst, diyar kir ku ji ber israr û samîmiyeta Serokê Weqfa Antalyasporê Fikret Ozturk, wan kuluba sor-spî tercih kir.

Hîndekarê Fakulteya Zanistên Werzişê ya Zanîngeha Stenbolê Kesler der barê transfera Adem da got Serokê Weqfa Antalyasporê Fîkret Ozturk gelekî xwestiye Adem hilde tîmê û wî jî ev daxwaz qebûl kiriye.

Alay Kesler got gelek kulubên dervayî welêt û yên welêt teklîf kirine ku Adem hildin tîma xwe lê wî xwestiye li Turkiyeyê bimîne û di Tîma Neteweyî ya Ayê da bilîze û wiha dewam kir: "Em vê xeyal dikin. Me ji Fîkret Beg ra negot "na". Bi israr ew xwest. Ev kar yê Fîkret Ozturk e. Adem 7 salan di Kluba Werzişê ya Soma Aslangucuyê da ma. Pir jêhatî ye. Xwedî gelek qabiliyetan e ku Xwedê daye. Yekî biesl û xwedî exlaq e. Piştî feydeya Antalyasporê bigîhîje wî ewê ber bi tîma neteweyî va here. Baweriya min bi Antalyasporê û Fîkret Ozturk heye. Ewê jî pir bixebite, bi ser bikeve û xizmeta Tîma Neteweyî ya Turkiyeyê bike."

Alay Kesler anî ziman Adem bi saya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gihîştiye vê astê û ewê bi Serokomar Erdogan ra bê bal hevdu.

Kesler got Emîne Erdogan û Adem hatine li gel hevdu û qasî ku tê plankirin ewê bi Erdogan ra jî hevdîtinekî bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE