Wezareta Spor û Ciwaniyê li herêmê, di salên dawî de, di warê werzîşê de gelek xebatan dike. bi hezaran zarok bi teşwîqan beşdarê kursên sporê bûn û bi ser ketin. zarokên amedê jî di tekvando û kereteyê da gelek madalya û kupa girtin. şaredariya bağlarê jî xwedî li şampiyonan derket.
Temenê van zaroka biçûk e, lê hedef û qabiliyeta wan pir mezin e.
Keç û kurên Diyarbekirî di kursên kereteyê de perwerde bûn û serkeftinên mezin bi dest xistin.
Bi saya kursa kereteyê zarok ji gelek tiştên nebaş dûr dibin û di kategoriyên xwe de bûn şampiyon.
Şaredarê Navçeya Bağlarê Huseyin Beyoglu xwedî li 19 zarokên şampiyon derket û beriya pêşbirkan amûrê sporê da wan.
Şaredar Beyoglu di serdana sporvanan de cil û bergên kereteyê li xwe kir û bi keretebaza neteweyî Sena Kizilaslan re kerete leyîst.