Hedefa wan Şampiyoniya Tirkiyeyê ye

Gulaşgirên ciwan ji bo ku di Şampiyoniya Tirkiyeyê de bi ser bikevin gelek dixebitin.

Hedefa wan Şampiyoniya Tirkiyeyê ye

Li Tetwana navçeya Bilîsê li salona sporê ya navenda ciwaniyê, gulaşgirên ciwan ji bo şampiyoniya Tirkiyeyê hewl didin. Heftê 6 rojan û her roj 3 saetan antreman dikin û hedefa wan jî Şampiyoniya Tirkiyeyê ye.

Li Bilîsê di salên dawî de ciwanên ku qabîliyeta wan a gulaşê heye hatin tespîtkirin û riya vê sporê ji bo wan hat vekirin.

Li navçeya Tetwanê ciwanên gulaşgir her hefte 6 rojan li Navenda Ciwaniyê antremanan dikin.

4 rojan gulaş digrin, 2 rojan fîtnis dikin.

Ew gelek hewl didin û hedefa wan jî ew e ku di Şampiyoniya Tirkiyeyê de bi ser bikevin.

Sala par vê ekîbê 7 sporvan şandin tîma neteweyî.

3 meh bi şûnde jî Şampiyoniya Tirkiyeyê heye û ew ji bo wê amadehiyan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE