“Hefteya Sporên Amator”

Li Muşê bi boneya hefteya sporên amator saziyên sporê dest bi çalakiyan kirin.

“Hefteya Sporên Amator”

Li Muşê bi destê saziyên dewletê yên sporê re eleqedar, bi boneya hefteya sporên amator çalakî tên lidarxistin. Çalakiyên vê hefteya taybet bi meşa kortejê dest pê kir.

Ewilî ligel rayedar û sporvanan meşa kortejê hat kirin.

Rêz hat girtin û dû re sirûda neteweyî hat xwendin.

Bi boneya vê hefteyê welatî ji bo sporê hatin vexwendin.

Bernameya rojê bi xwepêşandanên tîmên karete, kîk boks û jîmnastîkê bi dawî bû.

Çalakiyên bi vî awayî wê seranserê heftê bidomin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE