Li Îdirê, di pêşbirka futbolê ya amator de hekemên astengdaran wezîfe kir. Hekemên astengdar ji bo ku cara ewil derketın qadê gelekî bi kelecan bûn.
Ev pêşbaziya Yekemîn Lîga Amatoran e.
Pêşbirka Kayakale Spor û 76 Îdir Belediye Sporê heye.
Hekemê peşbirkê Yakup Akdenizê astengdar, ji bo ku cara ewil hekemiyê dike zahf kelecanî ye.
Serokiya Federasyona Klubên Sporê yên Amator bi vê jestê xwest ku hişmendiya derheqê astengdaran de zêdetir bike.
Him sporvan him jî hekem ji vê sepandinê gelekî razî man.
Yakup Akdeniz di hekemiya xwe ya 15 deqîqeyî de qerteke zer nîşan da.