Her sal 50 hezar kes tên kaşûnê

Gelek sporvan û meraqdar tên Navenda Kaşûnê ya Abaliya Wanê

Her sal 50 hezar kes tên kaşûnê

Hêdî hêdî zivistan diqede lê hêj navendên kaşûnê qerebalix in. Welatî bi zar û zerçên xwe dıçın kaşûnê. Yek ji wan navendan jî ya Abaliya Wanê ye.

Salê nêzî 50 hezar kes tê vê qadê… Têra dilên xwe, xwe kaş dikin…

Ev der Navenda Abaliya Wanê ye, ji ber rewşa hewayê îsal hinekî dereng vebû.

Him ji navbajêr him jî ji derbajêr gelek meraqdarên vê sporê tên vê navendê.

Hin kes perwerdeya taybet jî dibînin da ku baş vê sporê bikin.

Ji xeynî welatiyan, sporvanên profesyonel jî li vê qadê antremanên xwe dikin.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE