Hezkirina ji bo tîma Altayê

Welatiyê Cizîrî wextê leşkeriyê dil da tîma Altayê û 29 sal e dev jê berneda

Hezkirina ji bo tîma Altayê

Edîp Ataçê Cizîrî 52 salî ye, wexta li Îzmirê leşkerî kiriye dil daye tîma Altayê û hêj ji bîr nekiriye. Ataç niha xwediyê çayxaneyekê ye û navê kargehê jî daniye Altay. Alîgirên tîmê hay ji Edîp Ataç hene û li ser vexwendinê alîgiran ataç diçe pêşbirkên Altayê.

Li Îzmirê leşkerî kir û dil da tîma Altayê…

Vegeriya welêt û çayxane vekir, navê çayxaneyê jî danî Altay…

Alîgirên tîma Altayê jî li ser medyaya civakî ji Edîp Ataç haydar bûn û wî vedixwînin ji bo pêşbirkan.

Gelê Cizîrê jî bi vê yekê, bi dostiya saya fûtbolê kêfxweş dibe.

Ev 29 sal e hezkirina ji bo tîma Altaya Îzmirê bi dawî nebû.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2018, 11:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE