Ji bo Adana Demirsporê piştî serkeftinê pêşwaziya germ

Tîma Adana Demirspor ku piştî serkeftina li hemberî Şaredariya Mezin Erzurumsporê bi rêya asîmanî vegeriya bajêr, ji hêla alîgiran bi coş hat pêşwazîkirin

Ji bo Adana Demirsporê piştî serkeftinê pêşwaziya germ

 Adana Demirspor ku ji tîmên Lîga 1emîn a TFFyê ye û piştî serkeftina li deplasmanê ya li hemberî Şaredariya Mezin Erzurumsporê, digel pêşwaziyeke germ vegeriya bajêr.

Adana Demirsporê piştî ku di hefteya 31yemîn da li deplasmanê Şaredariya Mezin Erzurumspor 2-1 têk bir, bi balafirê vegeriya bajêr. Di vê navberê da alîgirên tîmê ku hîn bûn tîma wan dê bi balafirê vegere, li Balafirgeha Edeneyê kom bûn.

Alîgirên ku li deriyê VIPê yê balafirgehê meşale vêxistin û ala li ba kirin, gelekî şa bûn.

Otobusa tîmê digel beşdariya ekîbên polêsan û konvoya alîgiran ji balafirgehê bi rê ket û gihîşt tesîsên kulubê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE