Ji bo Arda Turan 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê

Fitbolîst Arda Turan ji ber ku bi stranbêj Berkay Şahîn ra şer kiribû ji 3 sûcên cuda bi tevahî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê xwar, eşkerekirina hikûm wê paşê bê kirin

Ji bo Arda Turan 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê

Fitbolîst Arda Turan ji ber ku bi stranbêj Berkay Şahîn ra şer kiribû ji 3 sûcên cuda bi tgevahî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezahepsê xwar, eşkerekirina hikûm wê paşê bê kirin.

Bersûc-miştekî Berkay Şahîn û parêzerê wî beşdarî rûniştna li Mehkemeya Cezayê Esliye ya 41emîn a li Stenbolê bûn. Bersûc-miştekî Arda Turan beşdarî rûniştinê nebû lê parêzerê wî amade bû.

Mehkemeyê gotinên wan ên dawîn pirsî û biryar da ku ji ber sûcê "heqaretê" ceza nedin bersûc Berkay Şahîn.

Mehkemeyê ji bo bersûc Arda Turan jî ji sûcê "tacîza cinsî" biryara bereatê da, ji sûcên "li ba xwe gerandina çeka bêruxset" 10 meh, "guleberdana bi awayekî ku dibe sedema tirs û rageşiyê" 10 meh û ji sûcê "birîndarkirina qesdî" salek û 15 roj bi tevahî 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê hepsê da.

Mehkemeyê da ber çavan ku bersûc Turan berê ji ber sûcekî bi qesdî nebûye mehkûm û biryar da ku hikmên cezayên hatin dayîn paşê cuda cuda bên eşkerekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE