Ji bo tevlî tîma netewî bibin li ber xwe didin

Li Şirnexê tîma jinan a futbolê ji bo bilind bibe bênavber antrenmanan dike.

Ji bo tevlî tîma netewî bibin li ber xwe didin

Li Şirnexê tîma jinan a Cûdiyê di lîga 3yemîn a jinan de mucadeleyê dike. Jinên jêhatî yên ku antrenmanên xwe dikin, dixwazin bibin fûtbolîstên tîma netewî û li ser navê welêt mucadeleyê bikin.

Klûba Sporê ya jinan a Cudiyê, ji roja ku ava bûye mucadeleyeke baş dike..

Jinên ku li Şirnexê tîma yekemîn a futbolê ava kirin niha ji bo beşdarî tîma Netewî bibin hewl didin.

Di tîmê de futbolîstên jêhatî ji bo armanca xwe bênavber dixebitin.

Antrenorê tîmê Osman Sevîm jî dixwaze piştgiriyê bidin wan ku di futbola Tirkiyê de bilind bibin.

Hilbijartinên ji bo Tîma Netewî wê hefteya pêşiya me li Amedê bên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE