Zarokên Dêrikî ligel Sporvan Levent Ekmekçî bi paraşûtê firiyan. Zarok piçek tirsiyan lê ji xwe re kêf kirin.
Levent Ekmekçiyê 44 salî ji ciwaniya xwe û vir ve bi paraşûtê difire.
Ji vê beşa sporê ewqas hez dike ku dixwaze her kes hîn bibe û carek be jî bi paraşûtê bifire.
Ekmekçî ji bo paraşûtê bi zarokan bide nasîn, organîzasyonek çêkir.
Ew li paş, zarok li pêş; xwe ji Girê Ergenê berdan newalê.
Zarokên ku cara ewil bi paraşûtê firiyan him tirsiya him jî kêf kirin.
Ekmekçî dixwaze Mêrdînî jî vê sporê hîn bibin û bi organîzasyonên cuda herêma xwe bidin nasîn.