Midûriya Xizmetên Ciwanî û Sporê ya Batmanê, ji bo ku rê li ber qenixîna zarokan a di coyan de bigre, perwerdeya avjeniyê dide. li bajêr 5 hezar zarok di hewzên olîmpîk de hînî avjeniyê dibin. 25 antrenor ji bo zarokan her hefte 5 rojan perwerde didin.
Mehên havînê di rojên germ de zarok ji bo xwe hênik bikin dikevin coyên avê.
Lê ev der ji bo wan xeternak in.
Midûriya Xizmetên Ciwanî û Sporê ya Batmanê ji bo ku rê li ber xeniqîna zarokan bigre, perwerdeya avjeniyê dide.
Nav heftê 5 rojan antrenor dersê didin zarokan.
25 antrenor dixebitin û bi temamî 5 hezar zarok ji vê xizmetê fêde dibînin.