Di pêşbirka rovanşê ya nîvefînala Lîga Şampiyonên UEFAyê da Liverpoolê di sehaya xwe da Barcelona 4-0 têk bir û derket fînalê.
Pêşbirk li Stada Anfieldê hat lîstin û Cuneyt Çakirê hakemê Tirk hakemtiya pêşbirka rovanşê ya nîvefînalê kir û Liverpoola tîma Îngiltereyê û Barcelonaya tîma Sipaniyayê leyîst.
Livepoola xwediya malê di deqîqeya 7em da bi gola Divock Origi va 1-0 da pêşiyê û nîvê ewil ê pêşbirkê bi vê skorê kuta bû.
Liverpoolê di nîvê duyem da xweş leyîst û di deqîqeyên 54 û 56em da bi golên Georginio Wijnaldum va 3-0 da pêşiyê.
Liverpoolê di deqîqeya 79em da goleke ecêb a Origi va ferq derxist 4an û skora pêşbirkê bi 4-0 kuta bû û Liverpoola ku di deplasmanê da 3-0 tê çûbû, derket fînalê.
Piştî pêşbirka Ajax û Tottenhamê reqîbê Liverpoolê yê fînalê wê kifş bibe. Di Lîga Şampiyonan da pêşbirka fînalê wê di 1ê hezîranê da li Madrîda paytexta Sipaniyayê were lîstin.AA