“Ji medyayê werin meydanê”

Zarok û ciwanan telefon û kompîtir berdan, li qadên sporê civiyan

“Ji medyayê werin meydanê”

Wezareta Spor û Ciwaniyê ji bo zarok û ciwanan projeya “ji medyayê werin meydanê” dabû destpêkirin. Midûriyetên Giştî ya Xizmetên Ciwaniyê yên Mûş û Erdexanê jî, zarok û ciwan li qadên sporê civandin û bi wan re lîstikên cur bi cur lîstin.

Telefonên xwe danîn aliyekî, berê xwe dan qadên sporê û dest bi lîstikan kirin.

Tenîs, badminton, satranc, futbol, tîrevanî û gelekên din.

Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Ciwaniyê yên Mûş û Erdexanê bi projeya “Ji Medyayê Werin Meydanê” zarok û ciwan li qadên sporê civandin.

Li Mûşê, çalakiyên sporê li Stadyûma Bajêr hatin lidarxistin.

Ekîbeke ji 10 kesan pêk dihat, ji bo zarok û ciwan têr bileyîzin, bi dil û can xebitîn.

Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Ciwaniyê ya Erdexanê jî di çarçoveya heman projeyê de çalakiyên sporê li dar xistin.

Ji bo ciwan dev ji telefon, tablet û kompîtiran berdin û sporê bikin ew li park û bexçeyan civandin.

Zarok têra xwe lîstin û zaf kêfa wan hat.

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE