Ji Talha Ahmet Erdem şampiyontiya dîrokî

Di Şampiyonaya Judoyê ya Dinyayê ya yên Sendroma Downê da Talha Ahmet Erdem di kategoriya mêran T23 a 81 kîloyan da madalyaya zêr qezenc kir û yekemîn şampiyontiya dinyayê ya vî warî anî Tirkiyeyê

Ji Talha Ahmet Erdem şampiyontiya dîrokî

Di Şampiyonaya Judoyê ya Dinyayê ya yên Sendroma Downê ku li Portekîzê dewam dike da Talha Ahmet Erdem madalyaya zêr qezenc kir û yekemîn şampiyontiya dinyayê ya vî warî anî Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniya Federasyona Werzişê ya Werzişvanên Taybet a Tirkiyeyê, di şampiyonaya li bajarê Guimaraesê da Talha Ahmet Erdem di kategoriya mêran T23 a 81 kîloyan da madalyaya zêr qezenc kir.

Werzişvanê neteweyî di fînalê da Corte Diogoyê ji welatê mazûvan 4-2 têk bir û yekemîn şampiyontiya dinyayê ya vî warî anî Tirkiyeyê.

Werzişvanê neteweyî yê din Mehmet Can Topal ku di organîzasyonê da têkoşînê dide jî di fînala kategoriya T21ê da li hemberî Maia Hugoyê Portekîzî têk çû û madalyaya zîv bi dest xist.

Şampiyona dê piştî milmilaneyên îro bi dawî bibe.

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE