Ji Wezîr Kasapoglu bo werzişvanên serkeftî mizgîniya nû

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu mizgînî da ku werzişvanên serkeftî yên di dibistana seretayî û navînî da dê li saziyên hîndekariya taybet derfeta xwendina bêucret bi dest bixin.

Ji Wezîr Kasapoglu bo werzişvanên serkeftî mizgîniya nû

Xwendekarên werzişvan ên serkeftî dê bikaribin li saziyên hîndekariya taybet ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) jî bêucret bixwînin.

Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu mizgînî da ku werzişvanên serkeftî yên di dibistana seretayî û navînî da dê li saziyên hîndekariya taybet derfeta xwendina bêucret bi dest bixin.

Wezîr Kasapoglu di daxuyaniya xwe da diyar kir ku verastkirina navborî ji bo bihêzkirina binesaziya werzişê zehf girîng e û ji ber hevkariya wê jî sipasiya Wezareta Perwerdeya Neteweyî kir.

Kasapoglu wiha got, "Em gelekî bextewar in ku me ev gava ku di berjewendiya werzişvanên me yên ciwan ên xwedî şiyan da ye, avêt. Ev hêvî dikim ku ev verastkirin ji bo werzişa welatê me bibe wesîleya xêrê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE