Wezîr Kasapoglu di peyama xwe de wiha qot: “Ji Rebbê me niyaz dikim, ji bo xatirê van rojên mibarek, bila ji alema Îslamê re û ji hemû mîrovan re hizûr û xweşiyê bîne. Cejna we ya Remezanê ji dil û can pîroz dikim.”
Tîma Galatasarayê jî bal kişand kêfxweşiya Cejna Remezanê ku hestên hezkirîn, xurmet, xweşbînî û alîkariyê ji me re aniye.
Serokê Beşiktaşê Fikret Orman jî wisa got: “ Cejn ji bo yekitiya welatê me pir girîng e.” Serokê Fenerbahçeyê Alî Koç jî di peyama xwe de “ ji bo welatê me û ji bo malbata Fenerbahçeyê di nav yekitiyê de gelek cejnên bi xweş û aramî dixwazim.”
Serokê tîma Trabzonsporê Ahmet Agaoglu peyama “ Cejna Remezanê ya camiaya me û aligirên me ji dil û ca pîroz dikim” parve kir.
Tîmên lîga super a spor totoyê û federasyonên beşa amatör jî peyamên cejnê parve kirn.
Federasyona Futbola Tirkiyê TFF jî peyameke wisa parve kir: “cejna malbata futbolê, welatiyên me yên li welêt û li derveyê welêt dijîn û cejna hemû alema Îslamê pîroz dikin”