Cedî Osmanê ku di Lîga Basketbolê ya Amerikayê NBAyê û di Tîma Netewî de dilîze, ji bo mexdûrên erdhejê, di medyaya civakî de dest bi kampanyaya alîkariyê kir. Osman got, di pêşbırka Chicago Bullsê de jı bo her 3 pûanên ku ji potayê derbas bibin ez ê 200 dolar pere alîkarî bidim. Civaka sporê, piştgirî da kampanyaya Cedî Osman û piştî pêşbirkê 385 hezar lîre pere hat berhevkirin.
Mexdûrên zelzeleyê jibîr nekirin.
Ragihand ku ew ê ji bo her 3 pûanî ya ku ji potayê derbas bibe, 200 dolar alîkarî bide.
Cedî Osmanê ku di Lîga Basketbolê ya Emerîkayê NBA yê û di tîma Cleveland Cavaliers'da ê de dilîze, piştî erdheja Elezîzê di medyaya civakî dest bi kampanyaya alîkariyê kir.
Osman, di hesabê xwe yê Twîtterê de got, “Di pêşbirka Cleveland Cavalîers û Chîcago Bûllsê de ji bo her avêtina 3 pûanî ya gogê ez ê 200 dolarî bibexşînim.”
“Xwezî ez jî ligel wan bûma, lê ji ber şerdên melûm pêwîst e ez li vir bim. Lê belê ez fikirîm ku divê ez ji bo wan tiştekî bikim. Înşalleh ez ê hinekî karibim bibim alîkar û rûyê wan bikenînim.”
Hevalê wî yê tîmê Larry Nance jî piştgirî da Cedî Osman.
Wî jî da xuyakirin ku ew ê ji bo her avêtina 3 pûanî ya ji potayê 200 dolar alîkarî bide.
Civata sporê jî piştgirî da kampanyaya Cedî Osman.
Fûtbolîsê Netewî Arda Turan û Nuri Şahinê ku li Werder Bremenê dilîze jî ji medyaya civakî peyama piştgiriyê dan. Wan jî got, ji bo her avêtina 3 pûanî ya ji potayê dê heman alîkariya pere bidin.
Işil Alben, Yusuf Yazıcı û Nevzad Aydin jî hin ji wan kesan in ku piştgiriya sporvanê netewî kirin.
Cedî Osman, piştî pêşbirkê di medyaya civakî de peyamek parve kir û got, 60 hezar dolar pere berhev kiriye.
Cedî, sipasî her kesê ku piştgirî dane kampanyaya wî kir.