Kayaalp cara 11emîn bû şampiyonê Ewropayê

Gulaşvanê neteweyî Riza Kayaalp ji bo cara 11emîn bû şampiyonê Ewropayê

Kayaalp cara 11emîn bû şampiyonê Ewropayê

Di Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ya li Macaristanê hat lidarxistin da werzişvanê neteweyî Riza Kayaalp di 130 kîloya stîla grekoromen da madalyaya zêrîn bi dest xist.

Di roja 6emîn a şampiyonayê da ya li paytext Budapeşteyê hat lidarxistin, werzişvanê neteweyî Riza Kayaalp di fînala 130 kîloya stîla grekoromen da derket hemberî Danila Sotnikovê Îtalyan ê bi eslê xwe Rûs.

Riza Kayaalp di milmilaneya dawîn a rojê da hevrikê xwe 4-0 têk bir, şampiyoniya Ewropayê ya 11emîn a di kariyera xwe da bi dest xist.

Malbata Kayaalp bi serkeftina gulaşvanê neteweyî pirr şa bûn.

Rizayê xwediyê unwana werzişvanê Tirk ê herî zêde şampiyonaya Ewropayê bi dest xist, rekora di destê xwe da bi pêş va bir.

Her wisa di kariyera Riza Kayaalp da 4 şampiyoniyên dinyayê, duyemîntiyeke olîmpiyatê û dudu jî sêyemîntiya olîmpiyatê heye.

Kerem û Murat dê ji bo madalyaya zêrîn têbikoşin

Şampiyonaya Gulaşê ya Ewropayê ya 2022yan dê sibê bi milmilaneyên repesaj û madalyayê yên 60, 67, 72, 82 û 97 kîloyên stîla grekoromen va bi dawî bibe.

Werzişvanên neteweyî Kerem Kamal (60 kîlo) û Murat Firat (67 kîlo) dê ji bo madalyaya zêrîn têbikoşin.

Burhan Akbudak (82 kîlo) jî ji bo mafê maça madalyaya bronz dê di repesajê da têbikoşe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE