Eleqeyê nîşanî qursa karateyê didin. Lewra hebûna mamosteya jin roj bi roj hejmara keçikan li qursê zêde dike. Hêvî ew e ku di serî de li Türkiyeyê di gelek pêşbirkan de serkeftinan bidest xin.
Li Mûşê bi piştevaniya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê qursa karateyê vebû.
Hûr û gir gelek kes eleqeyeke mezin nîşanî qursê didin.
Lê zêdetir keçik gelekî tên kursa karateyê.
Lewra hebûna mamosteya jin berê keçikan daye vê derê.
Serkeftinên mamosteya jin Ayhan Ferhatoğlu ji bo kursiyeran mînak e.
Daxwaza kursiyeran ew e ku wek mamosteya xwe serkeftinan bi dest bixin.