Keçên ciwan ên Sêrtî ku zemanekî malbatan ew nedişandin dibistanê, îro ji bo şampiyoniya dinyayê ya pêlewaniyê haziriyê dikin. Li Sêrtê perwerde dibin û armanca wan şampıyoniya olîmpıyatên 2020an e.
Keçên Sêrtê êdî wê bi pêlewaniya xwe werin nasîn.
Li Sêrtê navenda sporê ya pêlewanan gelek keçikan digihîne.
Evîn Demirhan yek ji wan e û şampiyona dinya û Ewropayê ya neteweyî ye.
Li navendê gelek pêlewanên pêşerojê amadehiyê dikin.
Daxwaza hemûyan jî serkeftina vê beşê ye.