Kelecana Grand Prix Türkiyeyê ya Formula 1ê dê sibê dest pê bike

Kelecana Grand Prix Türkiye ku etaba 14emîn a Şampiyonaya Dinyayê ya Formula 1ê ye, dê sibê dest pê bike.

Kelecana Grand Prix Türkiyeyê ya Formula 1ê dê sibê dest pê bike

Kelecana Grand Prix Tirkiye ku etaba 14emîn a Şampiyonaya Dinyayê ya Formula 1ê ye, dê sibê dest pê bike.

Tûrên antrenmanê yên yekemîn ên etaba ku dê li Intercity Îstanbul Parkê were lidarxistin, dê sibê saet 11.00an dest pê bikin. Bi tûrên antrenmanê yên duyemîn ku dê saet 15.00an dest pê bikin va roja ewil dê kuta bibe.

Di organîzasyonê da pîlot dê 14ê mijdarê roja şemiyê saet 12.00an ji bo tûrên antrenmanê yên sêyemîn derkevin pîstê. Di heman rojê saet 15.00an da jî tûrên rêzê dê bên kirin.

Grand Prix Tirkiye ku piştî 9 salan li teqwîma Formula 1ê hat zêdekirin, 15ê mijdarê roja yekşemê saet 13.10an li pîsta 5,3 kîlometreyî dê bi pêşbaziya ji ser 58 tûran va bi dawî bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE