“Kişik Li Kolanan e”

Welatî derketin kolanan û kişik lîstin...

“Kişik Li Kolanan e”

Federasyona Kişikê ya Tirkiyê bi navê “Kişık Li Kolanan e” turnuvayan organîze dike. Li Semsûr û Qosera Mêrdînê turnuva hatin çêkirin. Gelek welatî beşdarî turnuvayan bûn.

Federasyona Kişikê ya Tirkiyê bi navê “Kişik li Kolanan e” li seranserê welêt turnuvayên kişikê organîze dike.

Şaredariya Semsûrê jî bi hevkariya Midûriyeta Spor û Ciwaniyê ve li ber Kelha Semsûrê kesên ku kişikê hez dikin anîn bal hev.

Armanc ev e ku bala zarok û ciwanan bê kişandin ser lîstikên zîrektiyê.

Li Qosera Mêrdînê jî li kolanê meseyên kişikê hatin danîn. Kişikbaz û kişikhezên amator hatin hemberî hev.

Ji zarokên 7 salî bigirin heta mezinên 70 salî gelek kes beşdarî turunuvaya kişikê bûn.

Ev çalakî di rojên pêş me de jî li cihên cuda wê bê çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE