Kursa çetirê

Şaredariya Mardinê ji bo ciwanan kursa paraşûtê vekir.

Kursa çetirê

Şaredariya Mêrdînê ji bo ciwan bi spora çetirê ango paraşûta kendalê re eleqedar bibin, li navenda ciwaniyê kurs vekir. Ciwanên Mêrdînî, ewilî perwerdeya teorîk girtin piştre jî derketin xwezayê û bi paraşûtê bi hewayê ketin. Dîmenên bi adrenalîn û rengîn niha tên ser ekranê.

100 ciwanî ji bo paraşûta kendalê serî li kursê dan.

Pêşî perwedeya teorîk girtin, yên ku di kursa teorîk de bi serketin jî bi paraşûtan pêşî ji nizm ve pişt re jî ji kendalan xwe berdan.

Şaredariya Mêrdînê ji bo ciwan bi spora çetirê re eleqedar bibin, li Navenda Ciwaniyê kurs vekir.

Wê 13 paraşûtbazên ciwan bi perwerdeyeke 2 hefteyî ji kendalan xwe berdin.

Piştî perwerdeyê, ciwanên serkeftî wê lîsansa îrtifaya bilind a paraşûtê werbigrin.

Serlêdanên kursê hêj jî dewam dikin, ciwanên ku dixwazin hînî çetira kendalê bibin dikarin heta 7ê Cotmehê serî li Navenda Ciwaniyê ya Şaredariya Mêrdînê bidin.

Dîroka nûkirinê: 30 îlon 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE