Kursa dadweriya futbolê

60 ji wan jin 100 kes di warê hakemiya futbolê de perwerde bûn....

Kursa dadweriya futbolê

Li Sêrtê ji bo namzedên dadweriyê kursa hekemiya futbolê hat vekirin. 60 jê jin bi tevahî 100 kes ji bo 9 rojan wê di warê dadweriyê de werin perwerdekirin.

Li Sêrtê ji bo namzedên hekemiya fûtbolê kurs hat vekirin.

Di destpêkê de bi qasî 130 kesî serî li kursê da.

Piştî hilbijartin û neqandinê 60 ji wan jin bi tevahî 100 kes ji bo kurseke 9 rojî hatin qebûlkirin.

Di warê dadweriya futbolê de him dersên teorîk, him jî li qadê dersên pratîk hatin dayîn.

Kursiyer dibêjin; “Ji bo me gelek baş bû. Di hedefa me de dadweriya Lîga Superê û FİFA’yê heye.”

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE